Li Wanê amadekariyên mîtînga 8'ê Adarê

Jinan li kolanên Wanê qurnefîl belav kirin û ji bo mîtînga sibê ya 8'ê Adarê banga tevlîbûnê kirin.

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Jinan li kolanên Wanê qurnefîl belav kirin û gel vexwendin mîtînga sibe ya 8'ê Adarê.

Di nava jinan de Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, Rêveberên HDP û DBP'ê yên bajêr û Aktivîstên TJA jî hebûn. Jin li ber avahiya DBP'ê ya bajêr li hev civiyan bi dirûşmeyên 'Jin, Jiyan, Azadî ' û tilîliyan ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Li navenda bajêr jinan qurnefîl belav kirin û gel vexwend mîtînga sibê seat 11:00'an a li Çerxerêya Parka Çand û Hûner ya Musa Anter.