Li Torontoyê di çalakiya 8'ê Adarê de dengê 'NA' bilind bû
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, jinan di çalakiya 8'ê Adarê de bal kişandin ser referandûma li ser dîktatoriyê û gotin, ew ê ji dîktatoriyê re bêjin NA.
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, jinan di çalakiya 8'ê Adarê de bal kişandin ser referandûma li ser dîktatoriyê û gotin, ew ê ji dîktatoriyê re bêjin NA.
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiyek hat lidarxistin. Bi vê çalakiyê re di heman demê de kampanya 'NA' jî dest pê kir.
Di çalakiyê de axaftin hat kirin û hat gotin, "Bi xwedîderketina li Zîlanan, Bêrîtanan û Arînan re, heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê têkoşîna xwe geş bikin."
Hunermend Heyva, Cem, Viyan, Sene Dersîme, Ergîn Xelîkan derketin ser dikê û koma şano hunera xwe pêşkêş kir.
Di çalakiyê de her wiha li strana 'NA-HAYIR' a HDP'ê hat guhdarîkirin.