Li Swîsreyê huner û wêjeya Kurd hate nasandin

Li bajarê Swîsre Slothûrnê têkîldarî zimanê Kurdî, wêje, çand û hûnerê şevek hate lidarxistin û derbarê geşbûna Kurd de axaftin hatin kirin.

Aktivîte ji aliyê Komîsyona Ciwan û Hunerê ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdarbûna ciwanan bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê dest pê kir.

Ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurd girîngiya Kurdî hate gotin û ji bo ciwanan qala girîngiya axaftina bi zimanê dayikê hate kirin.

Sînevîzyona ku qala jiyana dengbêjên Kurd ên tên naskirin hate nîşandan.

Lİ aliyê din di aktivîteyê de cil û bergên folklorî yên rojane yê jin û ziman yê girêdayî Colemêrgê hatin nîşandan.

Piştre stran û helbestên Kurdî hatin guhdarkirin û aktivîte bi govendê bidawî bû.