Li Swêdê çalakiyên 8'ê Adarê
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li bajarên Sandvîken û Gavle yên Swêdê şev û panel hatin organîzekirin.
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li bajarên Sandvîken û Gavle yên Swêdê şev û panel hatin organîzekirin.
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li bajarên Sandvîken û Gavle yên Swêdê şev û panel hatin organîzekirin.
SANDVÎKEN
Şeva li Sandvîkenê ji aliyê Komuna Jinê ya Warşîn û Komîteya Jinan a PYD'ê ve hat organîzekirin. Endama Komîteya Jineolojî ya Brukselê Necîbe Qeredaxî li şevê axivî û qala dîroka 8'ê Adarê, wate û girîngiya wê ji bo jinên Kurd kir.
Qeredaxî diyar kir, jinên Kurd li Bakurê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk, li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞ'ê û hemû çeteyên din ên dewleta Tirk piştgiriyê dide wan û li Şengalê jî li dijî êrîşên PDK'ê li ber xwe didin. Qeredaxî got, "Şoreşa ku jinên Kurd li Rojhilata Navîn pêk anîn, bi rengê bûne şoreşa herî berfireh a li cîhanê û hemû civakan belav bûye."
Qeredaxî anî ziman, di Tebaxa 2014'an de dema cîhanê li fermana bi ser civaka Êzidî ve rabû temaşe dikir, Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo sekinandina komkujiyê çû Şengalê û got, "Hêzên PDK'ê ku wê rojê civaka Êzidî li Şengalê di nava lepên DAIŞ'ê de hişt, niha bi Erdogan re bûye yek û êrîşî Şengalê dike. Ev ne ya qebûlkirinê ye. Divê Barzanî derhal êrîşên xwe bisekinîne."
Jinan piştî axaftinê li ber stranên Dilo Doxan û Sûat Alîcan govend gerandin.
GAVLE
Li bajarê Gavle yê herêma Dalarna ya Swêdê, rêxistinên jinan ku Komuna Jinê ya Warşîn jî di nav de hebû, li ser girîngiya 8'ê Adarê panelek lidar xistin.
Panel li pirtûkxaneya bajêr pêk hat û mijarên; şîdeta li jinê, zext û kuştinên ji ber tore û namûsê, zewicandina zarokan bi zorê û cihêkariya zayendî hatin nirxandin.
Ji Komuna Jinê ya Warşîn Zînê Batte li vir axivî û qala têkoşîna jinên Kurd a li dijî dewleta mêtînger û sîstema baviksalariyê kir. Batte diyar kir, jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya li çar parçeyên Kurdistanê de bûne mînaka şênber a têkoşîna azadî û demokrasiyê û got, "Bêguman bi saya nêrîn û hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinên Kurd gihîştin vê astê."