Li Swêd, Swîsre û Awûstûryayê çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî lidar xistin.
Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî lidar xistin.
Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî lidar xistin.
BORLANGE/OREBRO: Li bajarên Borlange û Orebor yên Swêdê, di çarçoveya kampanya "Li dijî mêtîngeriyê em jin hene, li her derê ne" ya TJK-E de, 2 panel hatin lidarxistin. Endama Saziya Jineolojiyê ya Brukselê Necîbe Qeredaxî beşdarî panelê bû û 8'ê Adarê li hemû jinên berxwedêr pîroz kir. Qeredaxî her wiha jinên Şengalî yên ku li ber zext û êrîşkariya PDK'ê disekinin, silav kir. Qeredaxî da xuyakirin, ku armanca bingehîn a vê kampanya wan, ku li dora felsefeya 'Xwebûn' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket holê, naskirina xwe bi xwe ya jinê ye. Qeredaxî destnîşan kir, ku ji bo vê jî rêxistinbûna jinê esas e. Pişter ji bo danasîna kampanyayê sînevîzyonek hat nîşandan. Her wiha ji jinan hat xwestin, ku di referandûma 16'ê Nîsanê de bi dengekî bilind bêjin 'NA'.
LOZAN: Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, di çarçoveya 8'ê Adarê de bi beşdariya 100 kesî çalakiyek lidar xist. Piştre bi rêya sînevîzyonê, şîdet, destavêtin, destdirêjî û zordariya dîktatoriya AKP'ê li jinan dike, hatin nîşandan. Wekî din, ji bo meşa 8'ê Adarê ya li herêma Rîponne ya li Monbenonê, ku wê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Lajin a Lozanê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin. Di çalakiyê de her wiha şanoyek bi navê "Nan û Gul" hat pêşkêşkirin. Çalakî bi gerandina govendê qediya.
VIYANA: 8'ê Adarê li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî hat pîrozkirin. Şeva li vê derê ji aliyê Komeleya Jinên Kurd AVESTA ve hat organîzekirin û jinên Kurd bi kincên xwe yên gelêrî reng dan pîrozbahiyê. Berdevka TJK-E Dilşah Osman piştî deqeyeke rêzgirtinê li vir axivî. Ji bo jina Kurd Nîna ya li paytext Viyana dijî, planeta rûmetî ya AVESTA hat dayîn.