Li Strasboûrgê qetlîama Parîsê hate protestokirin
Nerazîbûnên Kurdistaniyan a li dijî nixûmandina qetlîama 9'ê Çileya 2013'an ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dabûn, her ku diçe zêde dibe.
Nerazîbûnên Kurdistaniyan a li dijî nixûmandina qetlîama 9'ê Çileya 2013'an ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dabûn, her ku diçe zêde dibe.
Kurdistanî li pêşiya avahiya Bas-Rhîn a bajarê Strasboûrg a Fransayê ku bi salê dirêj Fîdan Dogan lê jiyayî kom bûn, tevî 4 salan neronîkirina qetlîamê protesto kirin.
Pankarta bi nivîsa "Bêdengiya we tê wateya hevkariyê" û wêyên Cansiz, Dogan û Şaylemez li ser bûn hate vekirin, Kurdistaniyên ku piranî jin bûn, bi dirûşman daxwaz kirin ku qetlîam bê ronîkirin.
Kurdistaniyên ku faşîzma dewlata Tirk a dagirker şermezar kirin, tevî hewaya sar jî çalakiya xwe ji saetekê zêdetir dewam kirin.