Li Stockholmê panela li ser 25'ê Mijdarê

Li Stockholmê di panela 25'ê Mijdarê de qala Jineolojiyê hate kirin û işaret bi girîngiya xwedîderketina li azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Li paytexta Swêd Stockholmê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê panelek hate lidarxistin.

Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî li panelê axivî û destnîşan kir ku têkoşîna wan xwedîderketina li mîrateya Xwişkên Mîrabele e.

Necîbe Qeredaxî anî ziman ku ew dîroka xwe bi xwe jinûve dinivîsînin û bi taybetî bal kişand ser zext û zordariya li Başûrê Kurdistanê li jinê tê kirin.

Qeredaxî bi bîr xist ku kedkara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li Başûrê Kurdistanê dema bi karê avakirina pirtûkxaneyê û karê jinan radibû, ji aliyê rêxistina îstîxbaratê ya dewleta Tirk MÎT'ê ve hate qetilkirin û got, "Nagîhan Akarsel timî digot, li Başûr potansiyela jinê gelek e, lê belê bê rêber e."

Di vê mijarê de Qeredaxî işaret bi rêbertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û anî ziman ku azadiya Ocalan azadiya jinan hemûyan e, lewma divê ew xwedî li rêberê xwe derkevin.

Bi navê Sîwana Jinê ya Sara-Skandînavyayê Ayşe Goktepe li panelê axivî û bal kişand ser rewşa jinê ya li Bakur û Rojavayê Kurdistanê.

Ayşe Goktepe ragihand ku bi Şoreşa Jinê re jinan ji gerîlatiyê heta berxwedana li zindanan, ji şaredariyê heta sîstema hevserokatiyê berxwedaneke bêhempa nîşan didin.

Ayşe Goktepe got, "Mîmarê vê pergalê Serok Apo ye. Serok Apo xeta jinan a sor e. Divê jinên Kurd hîn bi xurtî xwedî li Serokê xwe derkevin."

Nûnera Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) jî di panelê de li ser zexta li Îranê li jinan axivî û got, "Li hemberî vê yekê jinên Kurd berxwedaneke bêhempa dikin. Bi salan e Zeynep Celaliyan li ber xwe dide. Berxwedana bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' sînor derbas kir û bû malê gelan. Ji bo ev yek mayinde bibe, xebateke mezin pêwîst e."