Li Stockholmê Festîvala Fîlman a Femînîst

Festîvala Fîlman a Femînîst a Stockholmê, ku îsal cara duyemîn hat lidarxistin, duh êvarê bi nîşandana fîlmê 'Xwîna Samî' yê derhênera Samî Amanda Kernel dest pê kir, ku vî fîlmê di Festîvala Fîlman a Goteborgê de xelata mezin girtibû.

Festîval wê çar rojan bidome û tenê fîlmên derhênerên jin bê nîşandan. Di heman demê de wê li ser pirsgirêkên sektora fîlman û derhênerên jin, panel û konferans werin lidarxistin.

Seroka rêxstinbûna bi navê 'Di fîlm û televîzyonê de jin' (WIFT) a Îzlandayê Dogg Mosesdottîr, Seroka rêxistinê ya Swêdê Helene Garnqûîst, Seroka rêxistinê ya Fînlandiyayê Jennî Koskî û Seroka rêxistinê ya Danîmarkayê Nanna Frank Rasmûssen, wê îro danê sibehê beşdarî panelek li ser cihêkariya zayendî ya di sektora sînemayê de li welatên Skandînavyayê tê kirin, bibin.

Fîlmê 'The Apology' ê derhêner Fîffanay Hsîûng ku wê di roja duyemîn a festîfalê de wê were nîşandan, qala rewşa 200 hezar jinên ku di Duyemîn Şerê Cîhanê de ji aliyê leşkerên Japon ve hatin revandin û weke 'koleyên seksê' hatin bikaranîn, dike. Di vê belgeselê de tiştên bi serê van jinên ji Fîlîpîn, Çîn û Koreya Başûr hatine tê vegotin û daxwaza edaletê tê kirin.

Di heman rojê de wê fîlmê 'Oûaga Gîrls' ê ji aliyê Swêd, Fransa û Bûrkîna Faso ve hatiye çêkirin, fîlmê 'Glory' ê derhêner Krîstîna Grozeva û Peter Valchanov wê werin nîşandan.

Komeleya Aştiyê ya Swêdê û Jinên Navneteweyî yên ji bo Aştî û Azadiyê, di nava amadekarên Festîvala Jinan a Femînîst de cih digirin. Her du rêxistin jî, ji bo qedexekirina balafirên bê mirov têdikoşin, ku heta niha bi rêya van balafiran bi hezaran mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest dane.

Dokûmantera Natîonal Bîrd jî qala trajediyên ku balafirên bê mirov rê li ber vekirine, dike.

Fîlmê 'The Stopover' ê derhênera DYA'yî Delphîne û Mûrîel Coûlîn, 'Teh Meddler' ê derhêner Lorene Scafarîa, 'The Braînwashîng of My Dad 4 Mars' ê Jan Senko, 'Home' ê derhênera Belçîkî Fîen Troch, 'The Day My Father Became a Bûsh' ê derhênera Hollandî Nîcole von Kîlsdonk, 'Rosemarî' yê derhênera Norwêcî Sara Johnsen wê di festîvala îsal de bê nîşandan.