Li Stockholmê Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin bîranîn

3 jinên şoreger ên ku 9’ê Çileya 2013’an ji aliyê dewleta Tirk ve bi hovane hatibûn qetişkirin, li Stockholma Swêdê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Kurdistaniyên li Stockholma paytexta Swêdê yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya li Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ên di 9’ê Çileya 2013’an de ji aliyê dewleta Tirk ve li Parîsê hatibûn qetilkirin, bi bîr anîn.

Di bîranîna ku bi banga Meclîsa Jin a Amara û Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Stockholmê li lokala komeleyê hatî lidarxistin de, Cansiz, Fîdan û Şaylemez, her wiha Sêvê, Fatma û Pakîze ku 4’ê Çileya 2016’an li Silopyayê hatibûn qetilkirin bibîr anîn û li ser jiyana wan sînevîzyonek hate nîşandan.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Amara Ayşe Goktepe axivî û got ku qetlîama Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye plankirin û bi rêya tetîkkêşan pêk aniye.

‘CANSIZ EFSANE Û SEMBOLEK A BERXWEDANÊ BÛ’

Goktepe got, “Berxwedaniya Cansiz a li girtîgehê ya li dijî dewleta Tirk ji bo Kurdan bûye çavkaniya hêviyê. Ew efsane û sembolek a berxwedanê bû.” Goktepe diyar kir ku dewleta Tirk piştî qetlîama Parîsê jî qetlîamên xwe didomîne û piştî kuştina Cansiz wan 3 salan li Silopiyê jî 3 jinên Kurd; Sêvê Demir, Fatma Uyar û Pakîze Nayir qetil kirin.

Herî dawî Goktepe bi bîr xist ku wan 25’ê Mijdarê ji bo darizandina Erdogan û rayedarên hikumetê kampanya dane destpêkirin û dewleta Fransaya ku qetlîam lê çêbûyî şermezar kir.

Hevseroka Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Stockholmê Mîrhem Yîgît jî di derbarê kampanyaya ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê pêkanîn û çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan agahî dan.

Bang hate kirin ku tevlîbûnê kampanya ji bo darizandina Erdogan û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bibin.

‘DIVÊ TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’

Latîf Cebe yê birayê Mehmet Şirin Cebe yê ku 13’ê Çileya 2013’an li Nisêbînê di pevçûna bi artêşa Tirk re şehîd bûyî, got ku birayê wî şehîdê gelê Kurdistanê ye. Teqez kir ku rêya xwedî derketina li şehîdan mezinkirina têkoşîna li dijî dewleta Tirk e.