Li Stenbolê jineke din jî hate qetilkirin

Li Bayrampaşayê, Ferdane Kûrt ku tevî zaroka xwe ya 3 salî li odeyeke otelê bû, ji aliyê kesekî ve hate qetilkirin.

Li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê, Ferdane Kûrt a ku li oteleke li taxa Mûratpaşayê dima, kuştî hate dîtin. Kûrt li pêş çavên zaroka xwe ya 3 salî hate qetilkirin. Piştî ku zarokê wê giriya, xebatkarên otelê pê hesiyan.

Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê dîtin ku Kûrt jiyana xwe ji dest daye.