Li Spanyayê greva mezin a femînîst

Li Spanyayê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, greveke mezin hate kirin.

Grev bi banga bi dehan sendîkayan hate kirin. Di grevê de hate xwestin ku mûçeyê jin û mêran weke hev bin û destdirêjî û şîdeta ji aliyê mêr ve li jinan tê kirin hatin şermezarkirin.

Çalakiya ku beriya çend hefteyan amadekarî jê re dihate kirin, şeva Çarşemê li kolanên Madrîdê bi dengê beroşan dest pê kir. Ji ber grevê zêdeyî 300 seferên trenê betal bûn. Gelek seferên metroyên Madrîd û Barcelonayê jî sekinînin.

Li Radyoya Cadena Serê ku yek ji radyoyên herî zêde lê tê guhdarîkirin e, bernamevanên jin îro tevlî weşanê nebûn. Wekî din pêşkêşvanên jin ên bernameyên sibehê yên qenalên televîzyonê îro derneketin pêşberî ekranê. Wekî din rojnamevanên jin ên li El Paisê dixebitin ku mezintirîn rojnameya Spanyayê ye, îro kar nekirin. Bi hezaran jin li gelek bajaran daketin qadan.

Biryara greva giştî ji aliyê 10 sendîkayan û partiya çep a radîkal Podemos ve hate dayin. Sala 1975'an li Îzlandayê jî greveke bi heman rengî ıya giştî hatibû kirin.