Li Silêmanî jinên ciwan çalakiyên cihêreng lidar xistin

Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajarê Silêmanî bi boneya Roja Zimanê Dayikê çalakiyek lidar xistin û bi danîna standê komploya navnetewî şermezar û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavkirin.

Danê nîvro endamên Komîteya Zanîngehê ya Jinên Ciwan ên Têkoşer li Zanîngeha Silêmaniyê bi boneya Roja Zimanê Kurdî bi pankart û wêneyên li ser qumaşên rengîn xêz kiribûn bal kişandin ser dewlemendiya zimanê Kurdî û ev roj pîroz kirin.

Endamên Jinên Ciwan ên Têkoşer di heman demê de li Parka Azadî ya bajêr Standek vekirin û li wir pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li welatiyan belav kirin. Di standê de pankarta li ser hatibû nivîsandin; “Jinên Ciwan ên Têkoşer komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin” hatibû vekirin û gelek pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn rêzkirin.

Çalakvanan her wiha têkildarê komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kampanyaya cîhanî ya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ hatî destpêkirin bi welatiyan re gotûbêj pêş xistin û agahî dan.

Çalakiyên Jinên Ciwan ên Têkoşer rastî eleqeyek mezin a welatiyan hat, welatiyan bi germî piştgirî dan çalakiyê.