Li Sêrtê wehşet

Li Sêrtê wehşet

Li Sêrtê di du bûyerên cûda de zarokek keç ya 15 salî bi tifenga nêçîrê hate qetilkirin, zarokek din ya keç ya 13 salî jî qirika wê hate birîn û giran birîndar li nexweşxanê tê derman kirin.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, zaroka keç ya 15 salî ya binavê L.B ku li gundê Bostancikê dimîne, bi tifenga nêçîrê hatî qetilkirin hate dîtin. Keça ku ji aliyê malbatê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê nehate rizgarkirin.

Bûyerek din jî şeva din li Kolana 205 ya Taxa Çal rû da. Zarokek keç ya 13 salî ya binavê S.O ji aliyê malbatê ve li mutfaqê qirika wê hatî birîn hate dîtin. Ji aliyê malbatê ve qirika S.O hate girêdan û agahî dan ekîbên tenduristiyê. S.O’ya ku rakirina Nexweşxaneya Nexweşên Zarok û Welidandina Jinan ya Sêrtê, heman demê de rakirin emeliyatê.