Li Rûsyayê jinên Kurd li dijî tundiyê çalakî kirin

Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê li navçeya Novoaleksandrovsk a herêma Stavrapolê ji bo piştgiriyê bidin Peymana Stenbolê daxuyaniyek da.

Jin û ciwanên Kurd ên li navçeya Novoaleksandrovskê, ji bo bûyerên tundiya li jinê şemezar bikin daxuyaniyek dan.

Çalakgeran kuştina jinan, destavêtin û destdirêjiya li jinê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.

Bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Rûsyayê Jasmîn Amoyeva daxuyanî xwend û destnîşan kir ku rêya pêşîgirtina li tundî û destavêtina li jinê, mezinkirina têkoşîna azadiyê ya jinê ye.

Amoyeva her wiha tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi bîr xist û nerazîbûn nîşanî bêdengiya civaka navneteweyî da.