Li rojnamevanên ku qetilkirina Jîna Emînî ragihandin ceza hate birîn
Cezayê girtîgehê li rojnamevan Elahe Mohammadî û Nîlufer Hemedî hate birîn, ku cara destpêkê qetilkirina Jîna Emînî ragihandin.
Cezayê girtîgehê li rojnamevan Elahe Mohammadî û Nîlufer Hemedî hate birîn, ku cara destpêkê qetilkirina Jîna Emînî ragihandin.
Dadgeha Bilind a Îranê biryara xwe ya der barê 2 rojnamevanên bi navê Elahe Mohammadî û Nîlufer Hemedî de eşkere kir ku cara yekê qetilkirina Jîna Emînî ya di 16'ê Îlona 2022'yan de ji aliyê polîsê ehlaqê yên Îranê ve hat qetilkirin ragihandin. Li gorî biryarê, Elahe ji ber sûcê "hevkariya bi Emerîkayê re ku weke dewleteke dijmin hatiye pênasekirin" 6 sal cezayê girtîgehê, ji ber sûcdariya li dijî ewlehiya neteweyî 5 sal û ji ber sûcê "rêvebirin" jî bi salek cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.
Nîlufer Hemedî jî bi îdiaya "hevkariya bi DYA'yê re" ku weke dewleta dijmin hatiye pênasekirin û ji ber ku hevkarî pê re kiriye ji sûcê li dijî ewlehiya neteweyî" 5 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Salek cezayê girtîgehê jî bi tewanbariya “propagandaya li dijî Komara Îslamî” lê hatiye birîn.