Li Rojava Akademiyên Parastina Jinan dê bê vekirin
Li Rojava Akademiyên Parastina Jinan dê bê vekirin
Li Rojava Akademiyên Parastina Jinan dê bê vekirin
Di bin banê Yekineyên parastina Gel a Rojavayê Kurdistanê (YPG) de Yekineya Parastina Jinan (YPJ) konferansa xwe ya yekemîn pêk anî. Di encama konferansê de biyara avakirina Akademiya Parastina Jinan hat girtin.
Li rojavayê Kurdistanê di meha tîrmehê de piştî şoreşa gel, di bin banê YPG’ê de rêxistina jinan YPJ hat avakirin û konferansa xwe ya yekemîn pêk anî. Konferans bi şîara ‘Di nava YPJ’ê de xwe bi rêxistin bike, şoreşê pêk bîne’ di navbera 2-4’ê Nîsanê de pêk hat. Encamnameya konferansê jî hat weşandin. Konferansa ku 200 endamên YPJ’ê tevlî bûn, hate diyar kirin ku ev konferans hemû aliyên etnîk û olî yên Rojavayê Kurdistanê temsîl dike. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, di derbarê pergala YPJ’ê de sererastkirin pêkanîne û avabûna YPJ’ê ya ku ji 5 tabûran pêk dihat bi konferanseke fermî hatiye îlankirin û ji bo profesyonelbûnê jî xebatên rêxistibûn, perwerde û hwd hatine plankirin.
Li gorî biryarên hatine girtin dê YPJ awayekî yekineyên leşkerî, tabûr û beşan xwe bi rêxistin bike û xebatên avakirina Biryargehê jî lezgîntir bike.
YPJ’ê di encamnameya konferansê de da zanîn ku, dê hemû xebat di bingeha parastina rewa de pêk were û got, felsefeya wan a rizgariyê, parastina gel û qezencên wane. Her wiha bang hate kirin ku, di bin banê YPJ’ê de rêxistin pêk were û hat gotin ku, ew konferansê diyariyê jinên Kurdistan û cîhanê yên tekoşînê dimeşînin dikin.
Di encama nîqaşên hatin kirin de biryara vakirina Akademiya Parastina Jinan a Şehîd Şîlan hat girtin. Li gorî biryarê hatine girtin dê şaxên akademiyê li hemû Rojavayê Kurdistanê bên vekirin.