Li Qoserê pîrozbahiya 8'ê Adarê: Jin wê faşîzmê têk bibin

Li Qoserê bi hezaran jin 8'ê Adarê pîroz kirin û gotin ew ê faşîzmê têk bibin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jina  Azad (TJA), Platforma Jinan a Şahmeran, bi çarçoweya 8'ê Adarê Roja Cinên Kedkar a Cîhanê şahiyek kirin. Li qada şahiyê ya Taxa Berçem pankarta bi nivîsa, ''Em rêxistiniya xwe dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin'' hate daleqandin. Parlamenterên HDP'ê Ebrû Gunay, Pero Dundar jî di nav de bi hezaran jin li mîtîngê hazir bûn. Jinan bi kincên xwe yên rengîn qada mîtîngê xemilandin.

Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Halîme Kaya diyar kir, ew bi salan e têkoşîna aştiyê didin, ew li dijî şer rabin û got ew naxwazin yek mirov di şer de bimire û ti hêz nikare dengê dayikan bibire.

Parlamenter Pero Dundar jî got jin bi têkoşînê serfiraz dibin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Dundar diyar kir jin wê faşîzmê têk bibin, tirsa herî mezin a tifaqa AKP-MHP'ê jin in.

Şahî bi stranên koma muzîkê ya Dengê Jinên Azad domand. Her wiha zarokeke 10 salî çû ser dikê, strana ''cilê gerîla reş e'' strand. Lli ser vê polîsan hewl da ku zarok destgîr bikin. Jinan destûr nedan ku zaroka 10 salî were destgîrkirin.