BI DÎMEN

Li Qendilê jin di aktivîteya 8'ê Adarê de li hev civiyan

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedar ên Cîhanê bi tevlîbûna sedan jinan li Herêmên Parastinê yên Medya Qendîlê aktivîteyek hat lidarxistin.

 

 

Bi hezaran jinên ku di aktivîteyê de li hev civiyan, bi stranên hunermendên jin govend hat gerandin.

Bê navber dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' û 'Jin Jiyan Azadî' hatin berzkirin û cil û bergên bi rengin yên jinên Qendîlê balkêşa ser xwe.

Di aktiviteyê de alên KJK, RJAK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin.

Aktivîteya 8'ê Adarê bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Di aktivîteyê de daxuyaniyên gelek rêxistinên jinan hatin xwendin û jinan li ber stranên Hunermend Seher govend gerandin.

Hevşaredara Qendilê Emîne Mihemed di aktiviteyê de axaftinek kir û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir.

Piştî stranên Hunermend Seher li ser navê RJAK'ê daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de RJAK'ê 8'ê Adarê Roja Jinên Kekdar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û banga Yekîtiya netewî kir.

Piştî xwendina daxuyaniya RJAK'ê li ser navê Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mardin bang li jinên Qendîlê kir û 8'ê Adarê li jinên Başur, bi taybet li jinên Şengalê ku di çeperan de ne, pîroz kir û got Pêwîste jin pêşengtiya Yekîtiya Netewî bikin.

Li ser navê Tevgera Azadî, Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir axivî û bang li jinan kir. Şakir Roja Jinan pîroz kir û got: "Êrîşa li ser Şengalê li ser hemû jinan hatiye kirin. Destê dirêjî Kurdistanê be wê were şikandin. Êrîşa hatî kirin bi hevpeymana qirêj a Erdogan û Barzanî hatiye kirin."

Piştî axaftinan Hunermend Deniz Deman konserek da û aktivîte bi dawî bû.