Li qatê jorîn ê qereqola polîsan jineke Kurd a penaber hate kuştin

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê, li qatê jorê yê avahiya qereqola polîsan ku weke stargeha penaberan tê bikaranîn, jinek hate kuştin. Penabera ji Rojavayê Kurdistanê Evîn Ekrem Alî (35) ji aliyê hevserê xwe Behzat Alî ve bi kêrê hate kuştin.

Bûyer doh bi şev saet di 20:00 de qewimî. Kujer Ekrem Alî piştî bûyerê reviya. Piştî ku zarokên jina hate kuştin hatin kampa ku penaberên Kurd lê ne ya li Lavîroyê û agahî dan rayedaran, bûyer hate bihîstin. Li ser vê yekê rayedarên kampê agahî dan polîsan. Her wiha penaberên Kurd jî ji bo girtina kujer li kolanên bajêr dest bi lêgerînê kirin.

Kujer 3 saet piştî kuştinê ji aliyê penaberên Kurd û polîsan ve hate dîtin.

Li gorî agahiyan Evîn Ekrem Alî ya ji Qamişloyê beriya 2 salan tevî malbata xwe hat Yewnanistanê û dayika 4 zarokan bû. Cenazeyê Alî rakirin morga Nexweşxaneya Lavrîoyê.

SAZIYÊN KURD NERAZÎBÛN NÎŞAN DAN

Navenda Çanda Kurdistanê ya Atînayê û Komîteya Kampa Lavîroyê piştî bûyera kuştinê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bûyer li qatê jor ê avahiya Qereqola Polîsan a Lavrîoyê rû da û hate gotin, "Bûyera kuştinê li qatê jor ê qereqola polîsan pêk tê û kujer jî bi hêsanî dikare ji cihê bûyerê bireve. Piştî bûyerê penaberên Kurd ên li bajêr tevî polîsan li kolanên bajêr dest bi lêgerîna li kujer dikin."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hin ji saziyên çapemeniyê yên Yewnanistanê bi zanebûn hewl dan nîşan bidin ku bûyera kuştinê li kampa penaberên Kurd pêk hatiye û nerazîbûn nîşanî vê yekê dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Kampa Lavrîo bi jiyana xwe ya salan e ji paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê li nava raya giştî ya Yewnanistanê tê naskirin. Ne ya qebûlkirinê ye ku hin ji saziyên çapemeniyê weke ku ev bûyer li qada me ya jiyanê pêk hatiye nîşan bidin. Di bin nûçeyên wiha de armancên cuda yên siyasî hene. Şêniyên kampa Lavrîo wê heta dawiyê vê bûyerê bişopînin û heta ku tundiya li jinê li Ewropayê bi temamî ji holê bê rakirin wê têkoşîna xwe ya azadiya jinê dewam bike."