Li Qamişloyê bernameya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê hate eşkerekirin
Li Qamişlo Platforma Çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bernameya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Li Qamişlo Platforma Çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bernameya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Bi dirûşmeya “Li hemberî her cure tundiya dewlet û zihniyeta mêr; Jin, Jiyan, Azadî" Platforma Çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê ku ji 33 tevger û rêxistinên jinan pêk tê, rêzeçalakiyên xwe yên ji bo 25'ê Mijdarê Roja li Dijî Tundiya li Ser Jinan Têkoşîna Navnetewî bi daxuyaniyek eşkere kir. Daxuyanî li bajarê Qamişlo bi tevlibûna gelek jin li stadyoma 12’ê Adarê hate dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Platforma Çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan Rîhan Loqo ve hate xwendin.
JINÊN LI DIJÎ DÎKTATORIYA FAŞÎST SEKINÎN, ÎRO BÛNE ÇIRÛSKÊN TÊKOŞÎNÊ
Di daxuyaniya ku tevahî jinên di encama tundiya mêr de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn de ev tişt hate gotin, “Xwîşkên Mîrabal ên li dijî dîktatoriya faşîst a li Komara Domînîk sekinîn û bi awayekî hovane hatin qetilkirin îro bûne çirûskên têkoşîna li dijî tundiyê. Em ê soza bilindkirina têkoşîna jinên pêşeng Rosa Luxemburg, Sakîne Cansiz, Jîna Emînî, Nagîhan Akarsel, Jiyan Tolhildan, Zeyneb Sarûxan, Hind û Saada, Hana Al-Sagir, Delal Nurheq, Rûken Jiyan bikin esasê şoreşa xwe û li dijî tundiyê têkoşîna xwe dewam bikin.
‘DIVÊ EM QADÊN DÎROKÎ VEGUHERÎNIN QADÊN TÊKOŞÎNA HEVPAR’
Bi wesîleya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, em hemû cureyên tundiya li ser jinan red dikin û piştgirtiya xwe ya mayinde ji tevahî jinan re nû dikin. Em weke jinên platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, van binpêkirinên li dijî jinan ku weke sûcên şer li dijî mirovahiyê ne, ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar dikin. Em tekez dikin ku wê biryar, têkoşîn û berxwedana me ya li dijî tundiyê di astên herî bilind be. Ji bo yekitiya komên jin, piştgiriya doza wê li her deverên cîhanê li hemberî her curên tundî, çewisandin, dagirkerî û qirkirinê em ê her li qadan bin. Îro divê em van qadên dîrokî veguherînin têkoşîneke hevpar ya jinan. Bi hêza berxwedan û rêxistinbûyîna jin re em ê bi tevahî mirovahiyê re serketineke mezin bi dest bixin.
Li ser vî esasî rêzeçalakiyên me wiha ne;
*Di 12’ê Mijdarê de bi dirûşmeya “Li hemberî her cure tundiya dewletê û zihniyeta mêr, Jin Jiyan Azadî” em dest bi kampanyaya xwe dikin.
* Semînerên taybet li ser girîngiya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jin wê bêne dayîn.
*Gotûbêj li ser asta herêmî, Rojhilata Navîn û li ser malperên tora civakî bên lidarxistin.
*Mîtîngên girseyî wê bêne lidarxistin.
*Tevger û rêxistinên jinan li gorî bernameyên xwe yên taybet wê çalakiyên cuda li dar bixin.
*Ji 14 heya 17’ê Mijdarê dê li ser asta gund, navçe û bajaran semîner ji civakê re bên dayîn.
* Ji 18 heya 20’ê Mijdarê semîner ji mêran re bêne dayîn.
*Ji 22 heya 23’ Mijdarê wê meşên navçeyan û meşên mêran bêne lidarxistin.
*Di 24’ê Mijdarê de wê panel bi rêya Zoom bi zimanê îngilîzî li ser asta cîhanî bê orgenîzekirin.
*Di 25’ê Mijdarê de wê mîtîngên girseyî li ser asta kantonan bi dirûşme û rengên jinan bên lidarxistin.”