Li Parîsê semînera ‘Şoreşa Rojava û jin’ hate lidarxistin

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) bi navê ‘Şoreşa Rojava û jin’ semînerek li dar xistin.

Semîner li Mala Jinan a Montreûîlê hate lidarxistin û belgefîlma ‘Jinên Şoreşger’ hate nîşandan.

Di çalakiyê de ji mêvanan re qala grevên birçîbûnê hatin kirin a ku Leyla Guven li dijî tecrîdê dabû destpêkirin.

Di semînerê de Berpirsa Têkiliyên Derve yên TJK-F’yê Hazal Karakûş axivî. Karakûş derbarê ‘Konfederalîzma demokratîk, jinolojî, malên jinên ên li Rojava û Peymannameya Civakî ya Rojava" agahî da.

Karakûş diyar kir ku “Di nava Şoreşa Rojava de jin nasnameyên wan cihê be jî, yekîtiya jinan tê avakirin. Di warê gerdûnî de jî divê em bibin yek û bi hev re têkoşîna xwe geş bikin.”

Ji ber eleqeya zêde ya semînerê, semîner 2 saetan zêde dom kir.