Li Parîsê meşa 25’ê Mijdarê

Bi hezaran jin li paytext Parîs a Fransayê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li ser Jinê û Roja Piştgiriyê meşiyan.

Meşa ku saet 15:00’an ji Qada Repûblîqe destpê kir bi dehan saziyên parastina mafê jinan, sendîka, partiyên siyasî, saziyên femînîst tevlî bûn û Tevgera Jinên Kurd ên Pars (TJK-E) Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî cihê xwe girtin.

Li gel wêneyên yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, wêneyê Dayika Teybet a ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin, wêneyê Saray Guven ê li Elmanyayê hatibû revandin û qetilkirin, wêneyê Nûjiyan Erhan dema li Şengalê nûçe dişopandin hate qetilkirin û siyasetmedar Berta Caserest a li Hoûndûrasê hate qetilkirin hatin hildan.

Jinên ku di meşê de pankartên “Li dijî êrîşên faşîzan parastin mafê me ye” û “Duh Rosa, îro Sara qet ji bîr nakin” vekirin, bi yek dengî dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” qîr kirin, belavok belav kirin.

Endamên Jinên Ciwanên Azad jî bi pankarta “Wê faşîzim têk biçe, em ê bi ser bikevin” tevlî meşê bûn.

Dema ku meş gihişte Qada Operayê li vir daxuyaniyek li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di serî de berxwedana jin, gel û hemû beşên hejar ên di hedefe mêtîngeriyê de her diçe mezin dibe û got: “Asta şideta ku di serî de li ser jinê hate destpêkirin û piştre jî li ser civakê zêde bû her ku diçe zêde dibe. Di hedefa mêrê serwerr û hişmendiya modernîteya kapitalîs û mêtînger de jin heye.

 Rêya destkeftiyên azadiyê yên me di çeperan de hatî bidestxisitn, têkoşîna li dijî şideta li ser jinê li rojekê sînordar nekin, divê bikevin nava berxwedanekî bê dem.