Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakiya edaletê

Di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Çalakiya edaletê ya ji bo her sê jinên şoreşger vê hefteyê jî domiya.

Çalakiya edaletê ya ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin, vê hefteyê jî berdewam kir.

Çalakiya edaletê ya di bin pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê de saet di 14.00’an li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Parîsê dest pê kir. Jinên beşdarî çalakiyê bûne heta avahiya Buroya Enformasyon a Kurdistanê meşiyan û jinan bê navber dirûşmeyên ‘Em edaletê dixwazin’, ’Kujer Erdogan’ , ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Sara, Rojbîn, Ronahî’ berz kirin.

Li pêşiya Buroya Enformasyon a Kurdistanê deqîqeyekê rêz hate giritn. Piştre axaftin hatin kirin û wiha hate gotin; “Berpirsyartiya dewleta Fransa ew e ku vê qetlîamê ronî bike. Heta ku ev qetlîam neyê ronîkirin wê lêgerîna me ya ji bo edaletê bidome.”