Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakiya edaletê

Li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Çalakiya lêgerîna edaletê ya ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd vê hefteyê jî dom kir.

Li paytexta Fransa Parîsê di bin pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd de çalakiya lêgerîna edaletê ya ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez vê hefteyê jî berdewam kir.

Endamên Tevgera Jinên Kurd ên Fransayê (TJK-F) li cihê ku her 3’ê jinên şoreşger hatibûn qetilkirin, li ber  Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê li hev civiyan û ji bo hemû şehîdên şoreşê deqîqeyekê rêz girtin û gul danîn ber deriyê avahiyê.

Di çalakiya edaletê de jinên Kurd bang li edaleta Fransayê kirin ku bila vê qetlîamê ronî bikin û gotin “Em dev ji vê dozê bernadin.”