Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakiya edaletê

Li Parîsê çalakiya edaletê ya ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd ku di 9'ê Çileya 2013'an de hatibûn qetilkirin, vê hefteyê jî berdewam kir.

Di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê yek ji damezirînera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Çalakiya edaletê ya li Parîsê vê hefteyê jî berdewam kir.

Çalakiya edaletê ya di bin pêşengtiya tevgera jinên Kurd ên Fransa ve hatî lidarxistin, endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî piştgirî dan çalakiyê.

Jinên ku di saet 14:00'an de li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Parîsê kom bûn, wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez bilind kirin û ber bi Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ve meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên 'Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne', 'Kujer Erdogan' hatin berz kirin.

Li pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ji bo hemû şehîdên şoreşê deqîqeyekê rêz hate girtin û piştre axaftin hatin kirin. Di axaftinan de wiha hat gotin; "Dema ev qetlîam pêk hatî roja destpêkê me gotibû; ger em ji bîr bikin bila dilê me hişk bibe. Îro jî em heman tiştî dibêjin ku em vê qetlîamê ji bîr nakîn. Heta ku dewleta Fransayê destên qirêj yên pişt vê qetlîamê eşkere neke çalakiya me ya edaletê wê berdewam bike."