Li Parîsê ji bo 3 jinên Kurd bi hezaran kes meşiyan
Di salvegera 4'emîn a qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de, deh hezar kesên ku li Parîsê kom bûn dest bi meşê kirin.
Di salvegera 4'emîn a qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de, deh hezar kesên ku li Parîsê kom bûn dest bi meşê kirin.
Di 9'ê Çileya 2013'an de ku salvegera qetlilkirina yek ji damezrênera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez a li paytexta Fransa Parîsê, Kurd herikîn qadan.
Kurdên ku di pêşengtiya TJK-E'yê de ji duh ve daketin kolanan, ber bi Qada Repûblîqûeyê ku wê mîtînga protestokirinê li dar bixin ve ketin meşê.
Kurdên ku di saetên danê sibehê de li Gare Du Nordê kom bûn, li gel hildana wêneyên Sakîne, Fîdan û Şaylemez, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG/YPJ'ê bilind kirin.
Kurdistaniya di meşê de tim dirûşmên mîna; "Bêdengiya we ji hevkariyê we tê" bang li rêveberên Fransa kir ku erka xwe pêk bînin. Di meşê de li gel malbatên her 3 jinên şoreşger ên Kurd, nûnerên Civaka Sivîl ên Fransa, rêveberên partiykên Komînîst û Sosyalîst, saziyên Kurd û gelek kes beşdar bûn.
Di meşê de dowîzên mîna; "Dibe ku kujer mir, lê wê doz dewa bike", "Fransa çi dikî?", "Bêdengiya we ji hevkariya we tê", "Ji bo Qehremanên şehîd bûne edalet" û "Em ji bîr nakin, em efû nakin, em ê hesab bipirsin" hatin bilindkirin.
Li aliyê din ewlekatiya polîsên Fransî bal kişand.