BI DÎMEN

Li Moskowayê di çalakiya 8'ê Adarê de berxwedana Şengalê hat silavkirin

Jinên Kurd ên bi wesîleya 8'ê Adarê li Moskowayê li hev civiyan, bal kişandin ser hevkariya PDK-AKP'ê û gotin, "Çeteyên PDK'ê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwedekirin, bi êrîşa li dijî Şengalê re dixwazin berxwedana Kurdan bişikînin."

Li paytexta Rûsya Moskowayê, Tevgera Jinên a Kurd li Rûsyayê û Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê-Viyan, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiyeke hevpar lidar xistin. Çalakî li Bodrûm Kafeyê pêk hat. Beriya destpêkirina çalakiyê jinan li ser êrîşên çeteyên PDK-AKP'ê yên li ser Şengalê, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Seroka Tevgera Jinên Kurd li Moskowayê Cûlyeta Aram li ser navê jinan daxuyanî da û anî ziman, PDK li dij e ku Êzidî xwe bi rêxistin bikin û bi rê ve bibin.

Aram diyar kir, ti sedemeke mafdar tine ye ji bo çeteyên PDK-AKP êrîşî Şengalê bikin û ev êrîşa PDK'ê ya li dijî Êzidiyan şermezar kir.

Aram got, "Şengal cih û warên Êzidiyan e. Êzidî dixwazin xwe li ser axa xwe bi rê ev bibe û ev yek mafê wan ê herî xwezayî ye. Di pêvajoyeke ewçend hesas de êrîşa li Şengalê, ji bo şikandina berxwedana li wir e. Çawa ku Êzidiyan bi pêşengiya YBŞ û YJŞ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dan û xwe parastin, xwedî wê hêzê ne ku bi heman rengî li dijî çeteyên PDK û AKP'ê jî xwe biparêzin. Tifaqa PDK'ê ya bi AKP'ê re, rûreşî ye ji bo Kurdan. Lazim e dawî li vê dijminatiyê were anîn. Şengal a Şengaliyan e."

Piştî daxuyaniya çapemeniyê, çalakiya 8'ê Adarê dest pê kir. Tevî jinên Kurd, gelek jinên biyanî jî tevlî çalakiyê bûn. Çalakî bi axaftina li ser girîngî û wateya rojê dest pê kir. Piştre li sînevîzyonek li ser berxwedana jinên Kurd hat temaşekirin. Di çalakiyê de hunermendên herêmî derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.