Li Moskovayê Cansiz, Dogan û Şaylemez hate bîranîn

Jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li Moskovayê hate bîranîn.

Kurdistaniyên ku li paytexta Federasyona Rûsya Moskovayê kom bûn, bi civînekê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku 9'ê Çileya 2013'an li paytexta

Fransa Parîsê hatin qetilkirin, di 4'emîn salvegerê de  bi bîr anîn. Di civîna bîranînê de ku li Navenda Çanda Kurd hate lidarxistin, deqeyek rêz ji bo hemû kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane hate girtin.

Li ser navê nûnerên saziyên Kurd ên li Moskovayê xebatan didin meşandin Roza Azad axifî. Azad wiha got: "Tevgera jina Kurd paşeroja xwe, sibe û îroya xwe ji Sakîne ya bi ruhê pêşengtiyê kiriye, weke hevala Fîdan li navenda Ewropayê li qadên sîyasî û dîplomasî serkeftinên mezin bidest xistiye û weke hevala Leyla tevî temenê xwe yê ciwan bi vînekî xurt û bi hêz, bi saya van ber bi azadiyê ve dimşin. Qetilkirina her 3 jinên şoreşger ên Kurd li paytexta Fransa Parîsê ne bûyerek ji rêzê ye. Ji beriya her tiştî ronîkirina vê bûyerê li ser stûyê hikûmeta Fransayê ye. Lê sûcdar Omer Guney rojekê jî nehat pêşberî dadgehê, mirina li girtîgehê ya bi goman nîşanên pirsan di serê mirov de dide avakirin. Gelê Kurd û Tevgera Jina Kurd bi mirina Guney re rê nade ku serê vê dozê bê nixûmandin û bi dawî kirin."

Piştî axaftinên Azad nûnerên saziyên Kurd ên din ku beşdarî civînê bibûn jî axifîn û ji bo ronîkirina qetlîama Parîsê bang li daraza Navneteweyî kirin.