Li Montrealê meşa 8’ê Adarê

Li Montreal a Kanadayê ji bo 8’ê Adarê meşek hate lidarxistin

Li Montreal a Kanadayê ji ber 8’ê Adarê meşek hate lidarxistin. Meclîsa Jinan a Kurd a Montreal jî tevlî meşê bû. Meş ji kolana Queen Mary û Cote-des-Neîges dets pê kir û piştre Berdevka Meclîsê axaftinek kir, li girîng û wateya rojê.

Berdevk dema ku behsa şervanên jin ên Kurd kir, diyar kir ku ev têkoşîn ne tenê ji bo jinên Kurd e lê her wiha ji bo hemû jinên dinyayê ye û li dijî hemû statûyên zayendîparêz e. Di axaftinan de behsa giringiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di têkoşîna jinê de hate kirin.

Di dema meşê de jinên Kurd fîstanên klasîk ên Kurdan li xwe kiribû û vê pir bala mirovan kişand.

Di dema meşê de ku li Parc Nelson Mandela bi dawî bû dirûşma ‘jin jiyan azadî’ hate berzkirin.