Li Monchengladbachê jinan kartên “Em edaletê dixwazin” şandin
Li Monchengladbachê jinan kartên “Em edaletê dixwazin” şandin
Li Monchengladbachê jinan kartên “Em edaletê dixwazin” şandin
Îro komek ya jinên Kurd li bajarê Monchengladbach yê Almanyayê di çarçoveya kampanya “Em Edaletê Dixwazin” ji Wezareta Karê Navxweyî ya Fransayê re kart şandin.
Komek ya jinên Kurd îro di demjimêrên sibehê de li bajarê Monchengladbahcê ji bo ronîkirina komkujiyê û derxistina kes yan kesên kujer ku li Parîsê 9’ê Çileyê 3 jinên Kurd yên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetilkirin, kart ji Wezareta Karê Navxweyî ya Fransayê re şandin.
Jinên ku 222 kart posta kirin, daxuyanî dan û diyarkirin ku; “Daxwazkirina ronîbûna komkujiyê mafê me ye.” Jinê ku gotin, “Pêwîste kesên ev sê hevalên me qetilkirine hikumeta Fransa wan derxîne û li pişt komkujiyê kî hene ji gelê Kurd re aşkera bike.” Jinên Kurd di daxuyaniya dayî wiha ev tişt anîn ziman: “Em ne diwê baweriyê de ne ku, hikumeta Fransa ji vê yekê bê xeber bû yan jî heya niha ev bûyer çareser nekiriye.” û ev pirs kirin, “Hikumeta Fransa li benda çiye?”.