Jinên Mexmûrê salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ silav kirin

Li Wargeha Mexmûrê jinan bi pêşengiya Meclîsa Îştarê yekemîn salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî hatibû destpêkirin silav kirin û soza mezinkirina têkoşînê dan.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jinan bi pêşengiya Meclîsa Îştarê yekemîn salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî hatibû destpêkirin silav kirin.

Jinên wargeha Mexmûrê li Parka 4’ê Nîsanê kom bûn, di kesayeta Jîna Emînî de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Mamosta Rûken Tûnc ve hat xwendin.

DIRÛŞMEYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ BÛ FELSEYA ŞOREŞÊ’

Tûnç wiha got:  “Bi salane pergala netew dewletê bi hişmendiya baviksalarî xwest wateya Jin, Jiyan, Azadî tine bike. Lê di şoreşê de girêdana jin û jiyanê careke din watedar bû. Pirsên ser wateya jinê û girêdana wê ya bi jiyanê re careke din hatin bersivandin. Jin, Jiyan, Azadî niha ji dirûşmeyekê wêdetir, weke felsefeya şoreşê, felsefeya jiyanê û heta ronesanseke nû li Îran, Rojhilat û Rojhilata Navîn belav bûye.

Ger ev şoreş bi pêşengiya jinan destpê nekiriba, ewqas belav nedibû. Ji ber ku jin pêşenga civakê ye, rengê jiyanê ye. Lewma dema ku bi pêşengiya jinan serhildan çêbû, her kesî di nava şoreşê de cihê xwe girt. Di şoreşê de bi pêşengiya jinan mêr jî daketin qadan, li dibistan û zanîngehan her kes tevlî şoreşê bû.”

Rastiya dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku beriya bi salan ji aliyê Rêber Apo ve hate bilêvkirin, beriya salekê wek van rojan bû qêrîna azadiyê û hêrsa bilindkirina têkoşîna jinên Rojhilat, Îran û giştî jinên cîhanê.”

Em jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî armanca me ya sereke di salvegera yekemîn ya şoreşê de xurtkirina rêxistinbûn û yekitiya jinan e. Em bi salane ji bo vê têdikoşin, em berdelên giran didin. Divê em kesayeta ku şoreşê derxistiye holê biparêzin û mezin bikin. Li ser vî bingehî tevahî şehîdên şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi minetdarî bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin.”