Li Mexmûrê meş, li Kerkûkê çalakiya bîranînê

Ji bo bîranîna şoreşgerên Kurd ên 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê, li kampa Mexmûrê meşek hate lidarxistin. Li Kerkûkê jî çalakiyeke bîranînê hate organîzekirin.

Ji bo bîranîna şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) yên li Parîsê hatin qetilkirin, li Başûrê Kurdistanê jî meş û çalakî hatin lidarxistin. Şêniyên kampa penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), ji bo bîranîna şehîdên Parîsê meşeke girseyî li dar xistin. Meşê li ber Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir û çalakgerên greva birçîbûnê jî tevlî bûn.

Meşa ku jinan pêşengî jê re kirin, heta navenda Neteweyên Yekbûyî ya li wargehê dewam kir. Di axaftinan de yên li çalakiyê, şoreşgerên Kurd ên li Parîsê û Silopiyayê hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Ji Koordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn li çalakiyê axivî û bal kişand ser girîngiya pêngava 'Dem dema azadiyê ye'. Xwepêşandan bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî, Sara, Rojbîn, Ronahî" bi dawî bû.

LI KERKÛKÊ BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN PARÎSÊ

Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, ji bo bîranîna şehîdên Parîsê, Rêxistina Jinan a Azad a Kurdistanê (RJAK) çalakiyeke bîranînê li dar xist. Di çarçoveya çalakiyê de semînerek hate lidarxistin ku Endama Meclîsa Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Sara Riza lê axivî.

Sara Riza qala têkoşîna Cansiz, Dogan û Şaylemez kir û got, "Ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin. Ev her sê jin ji aliyê fîzîkî ve di nava me de nebin jî pêşnegên şoreşa jinê ne."

Çalakî bi nîşandana sînevîzyonek li ser jiyana Sakîne Cansiz bi dawî bû.