Li Meksîkayê gel li dijî komkujiya jinan daket qadan
Li Meksîkayê, piştî ku du jin hatin uştin, gel daket qadan. Polîsan êrişî xwepêşandêran kirin. Hate ragihandin ku 4 kes birîndar bûne.
Li Meksîkayê, piştî ku du jin hatin uştin, gel daket qadan. Polîsan êrişî xwepêşandêran kirin. Hate ragihandin ku 4 kes birîndar bûne.
Li Meksîkayê çalakiyên gel ên li dijî komkujiyên jinan û bêcezahiştina kiryaran, dewam dikin. Herî dawî di dawiya hefteyê de 2 jin hatin kuştin. Çalakiyên ku ji ber vê yekê dest pê kir mezin dibin.
Li bajarê Cancûnê bi sedan kes daketin qadan, lê belê ji ber êrişa polîsan a bi çekan 4 kes birîndar bûn.
Waliyê Eyaleta Qûîntana Roo Carlos Joaqûîn Gonzalez jî êrişa polîsan şermezar kir.
Carlos ji qenala nûçeyan a Televîsa re axivî û diyar kir ku polîsan guh nedane fermana wî ya ji bo bikarneanîna çekan a li hemberî çalakgeran.
Rayedarên polîsên xwecihî îdîa kirin ku fîşekên plastîk hatine bikaranîn, lê walî ragihand ku fîşekên rastî hatine bikaranîn û wezîfeya midûrê emniyetê hatiye rawestandin.
Serokdewletê Meksîkayê Andres Manûel Lopez Obrador û Wezareta Karên Hundir ji bo lêpirsîna bûyerê ferman dan.
Şaredara Cancûnê Mara Lezama jî helwesta polîsan şermezar kir.