Li Mannheîmê çalakiya hevpar a jinan a li dijî şîdetê û feodalîteyê

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê çalakiyek li dijî şîdeta li jinê hat lidarxistin û li dijî şîdet û feodalîteyê banga têkoşînê hat kirin.

Di çarçoveya çalakiyên One Bîllîon Rîsîng (Mîlyarek jin li ser piyan e) de, ku bi şiyara "Jin li dijî şîdetê li ser piyan e" li gelemperiya cîhanê tê lidarxistin, li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi beşdariya jinên Elman, Kurd û gelên cuda çalakî hate lidarxistin.

Çalakiya li Marktplatz a li navenda Mannheîmê ji aliyê gelek saziyên jinan ve hat organîzekirin û Şaredariya Mannheîmê jî destek da.

Çalakî saet di 19:00 de dest pê kir û 2 saetan dewam kir. Di çalakiya hevpar de hat destnîşankirin, ku divê jin bi hev re li dijî şîdet û feodalîteyê têbikoşin.

Ji gelek jinan zêdeyî 500 jin tevlî çalakiyê bûn. Meclîsa Jinê ya Ronahî û Bêrîvan jî li çalakiyê amade bû. Li vê derê, li ser navê Meclîsa Jinê axaftin hat kirin û bal hat kişandin ser komkujiyên ku faşîzma AKP û Erdogan li jinan dike.

Çalakiya jinan bi dansê qediya.