Li Kurdistanê jin li qadan in: Em ê bi ser bikevin

Ji ber sedema 8’ê Adarê Roja Kekdarên Jin ên Cîhanê li Kurdistanê jin daketin qadan.

Li Kurdistanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Kedkarên Jin ên Cîhanê jin herikîna qadan.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, HDP û meclîsên jinan ji ber 8’ê Adarê qerefîl belavkirin. Jin li Mêrdîna berê hatin cem hev, li kuçeyan geriyan û qerefîl dane jinan.

RIHA

Li Rihatê jinên ku ji bo 8’ê Adarê hatibûn cem hev, li wan hatibû xistin û hatibûn binçavkirin piştî 2 rojan hatin berdan û li avahiya Şaxa ÎHD’ê daxuyaniya çapemeniyê dan. Jinan hem 8’ê Adarê pîroz kirin û hem jî êrîşa bi ser jinan de ya li Rihayê şermezar kirin. Li ser navê jinan Hevseroka SES’ê ya Rihayê axviî û got, li Rihayê êrîş birine ser jinan ku kirasên xwe yên kevnoşpî li xwe kirine û bi erbeneyan xwestine 8’ê Adarê pîroz bikin. Salar diyar kir ku ne tenê 8’ê Adarê her demê li her deverê ew ê berxwedêr bin, jinên ku milikê xwe ji bo berxwedanê rakirine, bêhna şoreşê ji wan tê, bi baweriya bi jiyaneke wekhev, azadîxwaz, ekolojîk wê civaka azad biafirînin.

QERS

Li Qersê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), meclîsên jinan ên DBP û HDP’ê 8’ê Adarê hate pîrozkirin. Bi dehan jinên ku li pêş bînahiya DBP’ê ya bajêr civiyan pankarta ‘ji bo jiyan, aştî, ked û azadiyê em li ber xwe didin’ vekirin.

Endama Desteya Rêveber a Navendî (DRN) a DBP’ê Semra Demîr di pîrozbahiyê de axivî û got: “ Şoreşa Rojava nîşan da ku jin ji bo azadiya xwe dikarin çi bikin. Em ji xwe bawer bin. Li ber xwe bidin. Li dijî mêr, bira, bav û dewletê. Jin li dijî wê siyaseta gemarî ya li dijî wan in.’’

Endama DRN’ê ya HDP’ê Arîfe Çîçek jîg ot, ‘jin wê ne li gel neheqan lê li dij neheqan bin. Em jinên ku jiyanê zirav zirav dihonin, li dijî hişmendiya zilam-salariyê em ê bi berxwedaneke meztir têkoşîna azadiya jinê bidomînin.’’

COLEMERG

Li Geverê ya Colmergê li avahiya navçeyê ya HDP’ê 8’ê Adarê hate pîrozkirin. Wekîla HDP’ê ya Bitlîsê Mizgîn Irmak di bernamê de axivî û got: ‘’Di kesayeta jina Kurdistanê de roja hemû jinên cîhanê pîroz be.”