Li Kolombiyayê kurtaj heta hefteya 24’an ne sûc e

Li Kolombiyayê Dadgeha Bilind heya hefteya 24’an a dûcanîbûnê li gorî daxwazê pêkanîna kurtajê êdî sûc nabîne. Jinan bi kêfxweşiyê biryarê pêşwazî kir.

Zagona kurtajê ya li Kolombiyayê dihat meşandin, di bûyerên êrîşa zayendî de, ji bo bedenê ango ruhê kesa ducanî avakirina xetera tenduristiyê di warê zagonî de destûra kurtajê dihat dayîn. Ji derveyî vê kesên ku kurtajê dikirin an kurtaj dibûn bi girtîgehê dihatin cezakirin. Lê li Kolombiyayê zagona ceza ya di Dezgeha Giştî ya Dadgeha Bilind dihat nîqaşkirin 5 bi perjirandin 4 jî bi nepejirandinê hat qebûlkirin, heya hefteya 24’emîn bi awayekî dilxwaz bidawîkirina ducanîbûnê bi zagonî bû.

Dadgeh di daxuyaniya xwe de cih da van gotinan: “Ji vir û şûnde piştî 24 hefteyan a ducanîbûnê ger kurtaj bê kirin dê ev yek were cezakirin.” Biryar ji aliyê jinên ku li ber avahiya dadgehê de di çalakiyê de bûn, bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Zagona kurtajê ya ji 2006’an şûnde li welat ketibû meriyetê, di rewşa pêkanîna hin şertan de pêk dihat. Ji derveyî hin rewşên cuda, der barê kesên ku kurtajê dikirin de ji 16 mehan heya 54 heyvan cezayê girtîgehê dihat dayîn.