Li Kolnê jinan name şandin ji NY’ê re

Jinên li bajarê Koln a Almanyayê dijîn, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name şandin ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Antîno Gûterres re.

Atkîvîstên Meclîsa Jinan a Viyan name bi aweyek komî bi berzkirina dirûşmeyan xistin sindiqa postayê.

Bi vî şêweyî nameyên ji Koln û derdor hatîn şandin gehişte 4 hezaran.

Kurd li Kurdistan û welatên cuda yên cîhanê eleqeyek mezin nîşanî kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” ya ku Koma Xebata Kurd a Efrîka Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Efrîka Başûr (COSATÛ) dayî destpêkirin didin. Îmzeyên ku ji Koln û derdora wê hatîn komkirin, carna aktîvîstên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, carna jî aktîvîstên Meclisa Jinan a Viyan bi şêweyek komî dişîne.