Li Kolnê 4. Hefteya çalakiya ‘100 sedem’

Li Kolnê 4. Hefteya çalakiya ‘100 sedem’

Di çarçoveya kampanya ‘100 sedeman re 100 hezar îmze, Erdoganê dîktator were darizandin’ ya 25’ê Mijdarê ji aliyê TJK-E’yê ve hatibû destpêkirin, standek hat vekirin.

Di navbera saet 14:00-16:00’an de li pêşiya HBF ya Kolnê ji bo kampanyayê îmze hatin komkirin. Di derbarê mijarê de broşur li ser yên îmze dikirin hatin belavkirin, her wiha derbarê jinên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine qetilkirin jî agahî hatin dayîn.

Ji îlana kampanyayê û heta niha li Kolnê her hefteyê bi armanca agahdarkirin û komkirina îmzeyan stand hatin vekirin. Çalakiya ku îro pêk hat, li Kolnê di nava yek mehê de dibe çalakiya çaremîn ku bi mebesta kampanyayê hatiye lidarxistin.