Li Kobanê, Hesekê û Helebê çalakiyên 8’ê Adarê

Di çarçoveya 8’ê Adarê de li Kobanê, Hesekê û Helebê merasîmên cûr bi cûr hatin lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de Rêveberiya Perwerdeyê û Rêveberiya Dibistanan a Hesekê pêşangeheke hunerî vekirin. Di pêşangehê de 35 tabloyên ku êş û elemên berxwedan û têkoşîna jinan nîşan didin, hatin nîşan dan.

Şandeyek ji Akademiya Zimanê Suryanî, Rêveberiya Giştî ya Saziya Perwerdeya Mamosteyan a Kantona Hesekê, xwendekar û mamoste tevlî pêşangehê bûn.

TIL TEMIR

Buroya Jin a Şaredariya Til Temirê jî kolanên sereke yên navçeyê xemilandin. Endamên Kongra Star jî serdana nuqteyên kontrolê kirin û kulîlk pêşkêşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Meclîsa Jinan a PYD’ê jî bi heman boneyê serdana navçe û saziyên leşkerî kirin.

KOBANÊ

Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê Firatê li navçeya Sirînê bi boneya Roja Jinên Kedkar a Cîhanê şahiyek li dar xist.

Gelek jin tevlî şahiya ku li Navenda Çand û Hunerê ya Sirînê hat lidarxistin bûn.

Meclisa Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ya Sirîn bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji bo jinên cîhanê gavên girîng hatin avêtin û bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û got, "8'ê Adarê berhema têkoşîna jinan a li dijî hişmendiya baviksalarî ya di pêvajoya dîrokî de ye. Jinan di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe îspat kirine."

HELEB

Di pîrozbahiya 8’ê Adarê de ku ji aliyê Kongra Star ve li Helebê hate lidarxistin, jinan bi coş 8’ê Adarê pêşwazî kirin.