BI DÎMEN

Li Kobanê gel ji bo koçberên Kantona Efrîn û Şehbayê seferber bûne

Gelê Kobanê ji bo alîkariya giştî ya koçberên ku ji Şehba û Til Rifetê derketine Înîsiyatîfek ava kir. Di înîsiyatîfê de him bijîşk him gel bi hev ra rabûn û dest bi komkirina alîkariyan kirin.

Êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Ji ber êrîşan li Kantona Efrîn-Şehbayê bi hezaran kes hatin koçberkirin û ew ji warên bav û kalên xwe hatin derxistin. Piştî dagirkirina Efrînê, gelê ku ji bajarê Efrînê koçber bû berê xwe da Şehbayê û li wir jiyana xwe ya rojane domand. Heta ku kamp hatin avakirin, gel di nava çadiran de dijî.

Bi hezaran koçberên ji Efrînê li Şehbayê bi cih bûn. Piştî ku çeteyên Heyet Tehrîr el Şamê êrîş bir ser bajarê Helebê, vê carê jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşên li ser Şehbayê kirin û bi hezaran gel ji wir koçber kirin. Gelê ku berê ji Efrînê koçber bibûn, cara duyem ji Şehbayê hatin koçkirin. Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîş kirin, gel di nava dorpêçekê de ma. Ji bo ku xwe ji çeteyan rizgar bikin, berê xwe dan qadên ewle yên Rêveberiya Xweser a Demokratîk. Gel destpêkê li Tebqayê hat pêşwazîkirin û piştre li hemû kantonan hatin belavkirin.

Li Kobanê jî bi sedan malbat hatin pêşwazîkirin. Bi sedan mal hatin valakirin û koçberên ji Efrîn û Şehbayê lê hatin bicihkirin. Gelek kesan jî kampanyaya alîkariyê da destpêkirin û ji bo gelê Efrîn-Şehbayê gelek alîkarî kom kirin. Her wiha firneya nanê siyahî jî bêpere nanî dide gelê Efrîn-Şehbayê.

ÇAWA KOBANÊ RIZGAR BÛ WÊ EFRÎN JÎ RIZGAR BIBE

Koçberê ji Kampa Serdemê yê Kobanê Ehmed Mistefa Hebeşe dibêje ew dixwazin wan tune bikin, lê berovajî wê, wan rêya berxwedanê şopand û got “Em ji Şehbayê bi rêya korîdoreke mirovî derketin. Yê ku erebeya wî tunebû jî ji wan re otobus hatin amadekirin. Piştî ku em gihîştin Reqayê, me xwest em berê xwe bidin Kobanê. Heta em li ser jiyanê ne, em ê vegerin Efrînê, tenê rêyeke me heye ew jî vegera li Efrînê ye. Efrîn ji bo me jiyan e. Çawa ku Kobanê hat rizgarkirin, wê Efrîn jî were rizgarkirin."

EM JI BO GELÊ XWE SEFERBERIN

Di heman demê de li Kobanê ji bo berfirehkirina asta komkirina alîkariyê konê alîkariyê li qada Şehîd Egîd hatin vegirtin. Gel him bi rêya pereyan him jî bi rêya betanî, isfinc, balîf û hemû tiştên ji bo malê alîkarî kom kirin. Têkildarî vê yekê komsiyona alîkariyê ji ANF`ê re axivî.

Hevseroka Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Firatê Narîn Mislim têkildarî komkirina alîkariya ji bo gelê Efrîn-Şehbayê de got: “Dewleta Tirk a dagirker di destpêka van êrîşan de vîna gel hedef digire. Em weke gelê Kurd yekdest in û em nahêlin planên dewleta Tirk bi ser bikeve. Em jî weke gelê Kobanê me dest bi înîsiyatîfa alîkariyê kiriye. Em navê malbatên koçber digirin, him mal û him jî pêdiviyên malê kom dikin û ji wan re dişînin. Weke gelê Kobanê em ê heta dawî bi gelê xwe yê Efrîn- Şehbayê re bibin yek û ji bo wan seferber bin."

Zarokê bi navê Niman Bozan ê tevlî kampanya alîkariyê bûye dibêje, ew alîkariyê ji bo gelê xwe dike û got: “Ji bo hevalên xwe yên zarok alîkariyê didim. Ez jî weke zarok dixwazim bi gelê xwe re bibim alîkar. Ew koçberê me ne û em ê jî bi wan re bibin alîkar. Ez jî bi xerciyê xwe yê dibistanê yê ku malbata min dayî min, alîkariyê didim hevalên xwe."

Di heman demê de navendeke tenduristiyê jî li gundê Gulmitê ku beşek ji malbatên koçber lê niştecih bûne, hatiye avakirin. Bijîşkê beşa dil, bijîşk Şêxo Mistefa got ku wanji bo koçberan xaleke tenduristiyê ava kir û got: “Hemû bijîşkan gotin em ê hemû gelê xwe yê koçber bêberdêl pêşwazî bikin. Me li gundê Gulmit jî civîn li dar xist û têde gelek beş ava kirin. Hemû beş li vir tên bicihkirin. Gelek nexweşên beşa dil berê xwe dan vê xalê. Her wiha zarokên nexweş jî hatin dermankirin. Em ê jî li gorî îmkanên xwe heta dawî alîkarê gelê xwe bikin.”