Li Kerkûkê gerîlayan 8’ê Adarê pîroz kirin

Li Kerkûkê gerîlayên YJA-Starê 8’ê Adarê pîroz kir.

Li Kerkûkê gerîlayê YJA-STAR’ê 8’ê Adarê Roja Kedkarê Jin ên Cîhaê bi bernameyekê pîroz kir.

Di merasîmê de Fermandara Eyaletê ya YJA-STAR’ê Raperîn Gabar axivî û 8’ê Adarê pîroz kir.

Gabar 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: ‚’Di şexsê hemû têkoşerên azadiyê de û yên ku di vê rêkê de canê xwe dane, ez 8’ê Adarê li hemû mirovahiyê û hevalên vir pîroz dikim. Dema ku mirov li 8’ê Adarê diere hişmendiya 5 hezar salî ya zilam-serweriyê keda jinê tine dihesibîne û zextê li ser jinê dike. Di şexsê xwedanvendê de weke jinên çewisandî e ji bo felsefeya Rêber Apo û civaka exlaqî û polîtîk em têdikoşin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.  Em ê bibin şopdarên hevalên ku di vê rêkê de jiyana xwe dane.Ji bo hemû jinan, ji bo mirovahiyê pêşengî bi jina Kurd xwe diyar dike. Di şexsê hevala Sara de ev derdikeve holê. Îro hevrêyên heval Sara di mewziyan de têkoşînê geş dikin.’’

'RIHÊ TÊKOŞÎNÊ BI ROZA Û CLARAYAN HETA BI SARAYAN MEZIN BÛ’

Gabar diyar kir ku ev têkoşîn bi Roza Luksembûrg û Clara Zetkîn dest pê kiriye û îro li Kurdistanê di şexsê Sara (Sakîne Cansiz ) de her ku diçe mezin bûye û wiha domand: ‚Li Bakurê Kurdistanê di şexsê heval Sara, li Rojava di şexsê Şîlan û Arîn, li Rojhilat di şexsê Şîrîn û li Başûr jî di şexsê heval Viyan de ev têkoşîn mezin dibe û didome. Herî dawî li Şengalê me dît ku di şexsê heval Bêrîvan de berxwedan mezin dibe û didome û ev berxwedan di demeke nêz de wê li Şengalê azad bibe. Bi pêşîlêgirtina êrîşa bi ser Şengalê de bi berxwedana dijî vê êrîşê hate dîtin ku hişmendiya 5 hezar salan têk diçe. Dayikên me dibêjin bila dilê we rehet be em nahêlin ku êdî kesek keda jinê binpê bike. Em soza vê didin. Em ê bibin pêşengên felsefe û têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo.’’

Çalakî bi folklor û koraya ku gerîlayên jin hazir kirî berdewam kir. Hozan Îmah Hewlêrî û hunermend Bermal stranên xwe gotin, govend hatin girêdan.