Li Ewropayê Zîlan tê bibîranîn-NÛ BÛ II

Li bajarê Kassel û Grevenbroîch, Kopenhag û Stûttgart ên Elmanyayê Kurdan Zîlan bibîr anîn.

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê Tevgera Jinên Azad û Malbatên Şehîdan Zeyneb Kinaci (Zîlan) a di sala 1996’an de li Dersimê çalakiya fedayî pêk anî bi çalakiyekê li Navenda Çanda Kurd a Kasel saet 18:30’î  lidar xistin, bibîr anî.

Di çalakiyê de li ser navê Jinên Ciwan ên Azad û Komîsyona Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

GREVENBROÎCH

Komîna Jinan a Tijda Ekecik li bajarê Grevenbroîch a Elmanyayê bi çalakiyekê Zîlan bibîr anî. Di çalakiyê de aktivîsta jin Besîme Konca axivî.

Di çalakiyê de bal kişandin ser qetilkirina 3 jinên Kurd ên li Kobanê û dîsa êrîşên demê dawî yên li ser jinan zêde dibin.

KOPENHAG

Meclîsa Jinan a Sêvê li Kopenhag a paytexta Danîmarkayê bi sînevîzyonekê Zeyneb Kinaci (Zîlan) bibîr anî. Di çalakiyê de dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azad,’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin qîrkirin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê jî 3 jinên Kurd ên li Kobanê û Zîlan (Zeyneb Kinaci) hate bîranîn. Bîranîn li Schlossplatz a Stûttgartê ji aliyê TJK-E û CJA ve hate lidarxistin û SKB û MLKP jî destek kirin.

Di çalakiyê de daxuyaniya KJK û Boroya Aştiyê ya Jinê (CENÎ) hate xwendin.

Çalakî bi dirûşma ‘Şehîd Namirn’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.

SALZGÎTTER/LEBENSTEDT

Li bajarên Salzgîtter/Lebenstedt ên Elmanyayê jî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate kirin ji aliyê Malbatên Şehîdan û meclîsa Jinan a Berçem Cîlo ve hate organîzekirin. Di çalakiyê de nameya Şehîd Zîlan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandibû hate xwendin.

Bîranîn piştî axaftinan bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.