BI DÎMEN

Li Kantona Firatê amadekariyên 8’ê Adarê

Endamên TEV-Çand û navenda Hîlala Zêrîn, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê giranî dane xebatên amadekariya pîrozbahiyê û hemû jinên têkoşer silav kirin.

8'Ê ADARÊ

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ye, roja ku jin li dijî newekheviyê ji bo mafên xwe serî hildaye. Her sal bi vê wesîleyê li tevahiya cîhanê jin bi çalakiyên bi heybet 8’ê Adarê pêşwazî dikin.

Li Kantona Firatê jî bi hezaran jin bi wesîleya 8’ê Adarê cil û bergên xwe yên Kurdî amade dikin û berê xwe didin şahiya pîrozbahiyê.

Endamên navenda TEV-Çandê û Hîlala Zêrîn jî bêyî navber proveyên dîlan û stranan dikin û amadekariyên xwe bi coşek mezin pêk tînin. Endama navenda Çand û Hunera Baqî Xido Leyla Ehmed, têkildarî amadekariyên xwe ya ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê ji ANF’ê re axivî.

Leyla Ehmed, anî ziman ku ew 8’ê Adara îsal ji ber peyama dîrokî ya Rêber Apo wergirtine, bi coşeke mezin pêşwazî dikin û got, “Bi wesîleya 8’ê Adarê em hemû jinên têkoşer ên ku niha li çeperên şer ên Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê silav dikin. Li jinên têkoşer ku li hemberî desthilatdariya paşverû têdikoşin silav dikin. Rêber Apo rêya me ronî kir. Em ê têkoşîna xwe bi azadiya wî ya fîzîkî bigihînin lûtkeyê.”

Leyla Ehmed, da zanîn ku ew zêdeyî mehek e amadekariyên pîrozbahî û çalakiyên 8’ê Adarê dikin û got, “Komên dîlanê, stran û govenda dayîkan wê bê pêşkêşkirin. Ev bû heyveke jinên di nava Hîlala Zêrîn û TEV-Çand a Kantona Firatê amadekarî û proveyên 8’ê Adarê dikin."