Li Kantona Cizîrê 8’ê Adarê hate pîrozkirin: Wê Efrîn bi ser bikeve

Jinên li Kantona Cizîrê 8’ê Adarê pîroz kirin û jin û gelên Efrînê silav kirin ên ku li hemberî êrîşan li ber xwe didin.

Bi pêşengiya Kongra Star li Kantona Cizîrê li bajarê Tirbespiyê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hate pîrozkirin. Bi hezaran jinên Kurd, Ereb, Siryan ji kantonên Qamişlo û Hesekê berê xwe dan bajarê Tirbespiyê û 8’ê Adarê pîroz kirin.

Bi hezaran kes li Qada Mizgefta hatin ba hev û heta qada pîrozbahiyê meşiyan.  Di meşê de sloganên ‘Bijî berxwedana Efrînê’, ‘Jin, jiyan, azadî’ hate qîrkirin.

Li ser navê Kongreya Star Saliha Heyva Erebo, li ser navê Yekîtiya Jinên Suryan Hewal Ebir û li ser navê Yekîtiya Jinên Ereb Ebir Ebud û li ser navê Jinên Sosyalîst jî Bêrîtan Asya axivîn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê ew ê berxwedana Efrînê bidome  û kesên bêdeng şirîkên vê qetlîamê ne.

Rêvebera Kongreya Star a bajarê Qamişloyê Henîfe Mihemed got ku, “Beriya her tiştî em 8’ê Adara jinên şervan ên li çeperan pîroz dikin. Em ê hemû rojan bikin 8’ê Adarê.”

Endama Konseya Şaredariyê Raşa Derweş a Ereb jî got ku, “Em bi berxwedana Efrînê re ne û em bi paş ve gavan neavêjin.”

Endama Mala Jinan a Kantona Cizîrê Nîzam Xelîl jî diyar kir ku ew 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin û got, “Jin bi saya felsefeya Rêber Apo gihişt astekê. Îro herî zêde jin vê têkoşînê didin. Heta ku azadiya Rêber Apo pêk were ew ê jin têkoşîna xwe bidomînin.”

Pîrozbahî piştî muzîk û gerandina govendê bi dawî bû.