Li herêma Saratovê ya Rûsyayê pîrozbahiya 8'ê Adarê

Li herêma Saratovê ya Rûsyayê li navçeya Yerşovê 8'ê Adarê hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li navçeya Yerşovê, ya herêma Saratovê ya Federasyona Rûsyayê bi tevlêbûna jinên Kurd û nûnerên gelên din pêk hat.

Di axaftinan de hate gotin têkoşîna 8'ê Adarê hem ji bo jinan û hem ji bo kedkaran mîladek e û li hemû deverên cîhanê tevlêbûna li pîrozbahiyên 8'ê Adarê bi rengekî xurt pêk hatiye.

Her wiha bi berdewamî hate gotin bi têkoşîna demokrasiyê û wekheviyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş xistî, jina Kurd mohra xwe li sedsala 21'ê daye, ji bo hemû tevgerên jinan ên li cîhanê bûye mînakek. Bi berdewamî hate gotin jina Kurd li dijî her cure radîkalîzmê û paşverûtiya feodal têkoşiyaye û vê jî kiriye ku têkoşîn li hemû cîhanê berbelav bibe.

Di pîrozbahiyê de hunermendên mîna Bêrîvan Şahîn, Senem Seyîdova, Bakî Ahmed, Diyar Yûsûbov, Kamûran Gasanov û koma folklorê ya zarokan hazir bû.

Jinan li ber mûzîkê, bi stranan govend girêdan.