Li Hannoverê tundiya li jinê hate şermezarkirin

Li Hannoverê bi wesîleya 25'ê Mijdarê tundiya li jinê hate şermezarkirin.

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê ji ber 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê meş û mîtîngek bi dirûşma 'Hemû tundiya li jinê polîtîk e. Dibe ku ew tu bûya' hate çêkirin.

Beriya meşê li mîtîngê nûnerên saziyên jinan axivîn.

Jin li ber gara trênê hatin cem hev, ji bo bîranîna şehîdan deqeyan rêz girtin û piştre jî bi flamayên xemrî û pankartan meşiyan.

Di meşê de Komeleya Federasyona Meclîsa Jinên Êzîdî (TAJÊ), meclîsên jinan ên Hannover û Salzgîtterê, komun, komîsyon, komîte û însiyatîfên femînîst ên jin jî hazir bûn. Di meşê de belavok hatin belavkirin.

Jinên ku tevlî meşê bûn ji ANF'ê re axivîn:

'EM JI JINAN RE BIBIN DENG'

Zelal Çîftçî: Li dijî her cure tundiya li jinê, çi ya fizîkî, çi psîkolojîk 25'ê Mijdarê divê em li hemû qadan bin û ji wan jinan re ku nikarin derkevin derve bibin deng. Em ji wan jin û zarokan re ku destavêtin li wan hatiye kirin bibin deng. Em bang li hemû heval û hogiran dikin ku tevlî nav çalakiyên me bibin.

JIYANEKE WEKHEV

Endama Komuna Jinan a Şehîd Meryem Xeco Donma: Em qebûl nakin ku jin xwe bikujin. Em naxwazin ku jin bibin kole. Em jiyaneke wekhev dixwazin. Mirin ne alternatîf e, rêyên din hene. Xwekuştin ne rast e.

'EM Ê XIZMETÊ JI PERGALA KOLEDAR RE NEKIN'

Endama Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî Gulîstan Kobanê: Pêdivî pê heye ku mirov destekê bide YPJ'yê ya ku berevaniyê li xwe û gelê xwe dike. Em ê ji wan re bibin pişt, em ti caran wan tenê nahêlin. Zilm û koletî qebûl nekir. Em ê jî xwe azad bikin. Em ne mal û milkê kesî ne. Me jina klasîk li paş hişt. Ev pergala zilam serwer a gemarî hate şikandin, em koletiyê qebûl nakin û bi hev re li dijî zilmê rawestin. Em ê xizmetê ji pergala koledar re nakin.

Hevseroka NCDK'ê Xetîce Gonen: Heke li bajarên ku em lê ne ji saziyên Kurd re derdê xwe bibêjin mirin wê kêm bibin. Ji bo vê em li saziyên xwe xwedî derbikevin, nirx bidinê, rêxistinî bibin. Heke îro em dikarin bi serbestî biaxivin, ev bi rêxistiniya saziyên me yên Kurd e û bi wê ye ku em hay ji xwe çêbûne. Îro ji bo ku em rêxistinî ne em dikarin li ser piyan bin. Werin em bi hev re li xwe xwedî derbikevin û Rêbertiya xwe azad bikin.