Li Hambûrgê şîddeta mêran: Jinek di komayê de ye

Meclîsa Jinan a Rojbînê diyar kir ku li Hambûrgê mêrekî hewl daye jina xwe ya berê û zarokên xwe bikuje, jin bi giranî birîndar bûye û banga hevgirtinê kir.

Meclîsa Jinan a Rojbînê derbarê hewldana cînayeta li ser jineke li Hambûrgê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HEWL DA JINA XWE YA BERÊ Û ZAROKÊN XWE BIKUJE

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Li gorî daxuyaniyên çapemeniyê zilam tê mala ku hevsera wî ya berê û herdu zarokên wî lê ne. Li vir êrîşî dayikê dike û bi awayekî giran wê birîndar dike. Dûre aveke bi şewat li ser kurê xwe yê deh salî, li ber çavê xwişka wî ya dozdeh salî, dirijîne. Û dûre agir bi canê kurê xwe dixe. Li gorî daxuyaniyên şahidan tê gotin ku, zilam bi şewat xwe diavêje şaneşînê û li wir diqîre, dibêje 'bila hemî bişewitin!' Piştî êrîşê jin û kurê wê bi firokê radikin nexweşxaneyê. Keçik jî ji ber agirê derketî birîndar dibe. Dayik niha di komayê de ye. Her çiqas xetereya mirinê nîn be jî laşê lawik ji sedî 40 şewitiye.

Bi alîkariya agirkujê kesên di avahiyê de ne, hatin rizgarkirin. 18 kesên ku ji ber dû bi jehrî ketin, tên dermankirin. Li gorî daxuyaniyê di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye vekirin. Êrişa li ser jinê û herdû zarokên wê, hewldaneke kuştinê ye, hewldanek femînîzîd e. Sûcdar tevlî kêr û benzînê diçe cihê bûyerê. Di pêş de telefonî wan dike û dibêje 'surprîzeke' wî heye. Li gorî agahiyan jin beriya şeş salan ji zilam veqetiyabû. Têkiliya zilam bi zarokên xwe re hebû. Jin bi awayekî polîtîk aktîf bû. Tê gotin ku zilam jî di nav rêxistinên çepgir de çalak bûye.

Ev bûyer di nava vê salê di nav civata Kurd de bûyera sêyemîn e. Di meha Nîsanê de, Besma A. ya ji Şengalê li Einbeckê ji hêla mêrê xwe Cemal A. ve hate kuştin. Besma A. - ya herî mezin şeş salî dayika sê zarokan bû. Di dawiya meha Sibatê de Onalia Çendy a Şengalî ku ji DAÎŞ'ê reviya bû, li Dortmundê ji hêla hevserê xwe ve hat kuştin. Em rêxistinên jinan, em vê bûyerê, hewldana kuştina jin û zarokên wê bi tundî şermezar dikin. Em pir xemgîn in ku me nikaribû di wextê de mudaxele bikin, jinê û zarokên wê biparêzin. Di sala 2019'an de, li Elmanyayê bi kêmî 135 jin, bi piranî ji hêla hevserên xwe yên berê ve û 15 zarok hatin kuştin. 63 jinên din bi awayekî giran birîndar bûn û pênc jin jî ku îhtîmaleke mezin hatin kuştin, hîn jî wenda ne. Ji ber ku di sala 2019’an de her sê rojan carekê jinek ji hêla mêran ve hatiye kuştin, em dikarin van bûyeran wek femînîzîd bi nav bikin. Berevajî vê, kuştina jinan wek encamên pirsgirêkên têkiliyan dîtîn van bûyeran normalîze dike.

BANGA HEVGIRTINÊ

Wek beşek ji tevgera jinan, em di vê rewşa awarte ya pandemiyê de jî kampanyayên xwe didomînin û li dijî şîdetê çalakiyên xwe dimeşînin. Em dixwazin jin pişta hev bigirin û xweparastina xwe xurt bikin. Ya ku dikare me ji tundî û zordariyê rizgar bike, hevkariya me û baweriya me ya bi hev re ye. Em napirsin, çima vî zilamî ev kiryarî kir, ji ber ku em dizanin bersivek an jî lêborînekî ku wê karibe me îkna bike tuneye. Em dixwazin ji bo jin û zarokan têgînên parastinê yên çêtir bên avakirin û bang li hemû jinan dikin ku xwe li dijî şîdetê bi rêxistin bikin û bi xweparastina hevpar pêş bixînin. Her wiha em ji bo jinê û zarokên wê tenduristî û hêzê daxwaz dikin."