Li Hambûrgê meşa jinan

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li ser Jinê û Roja Piştgiriyê meşeke girseyî ya jinan hate lidarxistin.

Çalakiya bi awayekî coş dewam kir, bi bangên Meclîsa Jinê ya Rojbîn, Malên Jinan ên Otomam a Hambûrg, Jina Nû, ADKH, bi platformekî berfireh Elewî û jinên koçber li nav bûn ve dewam kir.

Di çalakiya dirûşma “Rûyê şideta li ser jinê pir in, rûyên berxwedanê jî pir in” hate lidarxistin de, axaftin hatin kirin. Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku jin ji ber şidet û rewşa zayendparêziyê ya li cîhanê li her derê daketine qadan. Meşa ji semta Monckebergstrasseyê heta semta Sternschanzeyê dom kir, nepoxên sembola YPJ’ê li ser firandin hewayê û têkoşîna jina Kurd hate silavkirin.

Çalakî li pêşiya navenda Rote Flore bi gernadina govendê û guhdarkirina muzîkê ve bi dawî bû.

Di dawiya çalakiyê de nûnerên Meclîsa Jinan a Rojbîn ji bo tevlîbûna panela bi tevlîbûna Parlemtera HDP’ê Tûgba Hezer û endama Akademiya Jineolojî û rojnamevan Haskar Kirmizigul a li Zanîngeha Hambûrg a ku roja Yekşemê saet 15:00’an bê lidarxistin bang li jin û mêran hate kirin.