BI DÎMEN

Li Hambûrgê jinan gotin ‘NA’

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî, bi daxuyaniyekî çapemeniyê ragihandin ku wê di referandûma 16’ê Nîsanê bê lidarxistin de bêjin NA.

Civîna çapemeniyê ya ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de hate lidarxistin, li Navenda Çanda Elewî hate lidarxistin. Saziyên jinan di bin navê “Platforma Na ya Jinan a Hambûrgê” li hev civiyan, ji bo wekhevî, azadî û li dijî sîstema desthilatdariya mêr a serwer a kapitalîst a ser zayendperestiyê, yekesiyê, nîjatperestiyê û şideta li ser jinê, piştgiriya jinê ji bo xwe esas digire, daxuyaniya çapemeniy ya hevpar hate xwendin.

Di platformê de Komîteya Jinan a HDK’ê, saziyên Elewiyan, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Jinên Nû, Tevgera Jinên Demokratîk ên Ewropayê, Dîwana Jinan a Elewî, Jin-CÎK, Meclîsa Jinan a Rojbîn, Suryanî, Êzidî û jinên Ermenî jî cihê xwe girtin.