Li Hambûrgê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakî
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi boneya salvegera QetlîamaParîsê mîtîngek hate lidarxistin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi boneya salvegera QetlîamaParîsê mîtîngek hate lidarxistin.
Mîtînga di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Rojbîn de li Monckebergstrasseyê hate lidarxistin. Di mîtîngê de hate diyarkirin ku bi mirina Omer Guney ê ku 9'ê Çileya 2013'an Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetlkirin, dosyaya sûç bi dawî nayê kirin.
Di axaftinan de hate destnîşan kirin ku piştî qetlîama bi hevkariya MÎT'a Tirkan hate kirin û şûn de, sîxûrên dewleta Tirk hê jî li Ewropayê di nava hewldanan de ne. Rêveberên KJA'yê Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên ku beriya salekê li Silopiyayê ji aliyê dewleta Tirk a digireke ve hatin qetilkirin jî hatin bi bîr anîn.
Beriya mîtîng bi dawî bibe banga beşdariya xurt ji bo çalakiya ku wê Yekşemê ku di saet 17:00'an de li Hambûrgê bên lidarxistin bin hate kirin. Hat diyarkirin ku wê otobusên ji Parîsê biçin, ji derveyî otobusên stasyona derve, wê ji herêmên Lunebûrg, Wînsen, Elmshorn û Pînnebergê wê rabin.